Hikûmeta Iraqê ceza li ser Hizbulla Lubnanê ferz dike

Hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku bi şîrketên Hizbullah yên ku ji aliyê DYA’yê ve ceza lê hatine birîn re tu danûstandin neyê kirin.

Medyaya Iraqê ragihand ku hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku bi şîrketên girêdayî Hizbullaha Lubnanî re ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve ceza li wan hatiye birîn, tu danûstandin neyê kirin. Her wiha cezayên bankayê li ser hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên Lubnanî ferz kiriye.

Biryara hikûmeta Iraqê ya sepandina cezayên li ser bankayan, li dijî Serokê Tevgera Merde ya Lubananê Silêman Ferancî û Cîgirê Serokê Bûroya Siyasî ya Hizbullahê Mehmûd Qematî, ku berê ji aliyê DYA’yê ve hatibûn cezakirine ye.

Ev gav di çarçoveya sepandina cezayên Amerîkî yên li dijî partiyên Lubnanî yên li Iraqê de tê.
Şîrovekaren Iraqî ji medyaya Iraqî re ragihandin ku ev biryar ji ber zextên Amerîkayê yên li ser hikûmeta Elî Zeydî hatine dayîn.